Rêxistina HDP’ê ya Wanê êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê protesto kirin

Hêrsa gelê Kurd ya li dijî êrişên dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî gerîla li bakur jî her diçe zêde dibe. Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi daxuyaniyeke girseyî êriş şermezarkir. Di daxuyaniyê de hat gotin, desthilatdariya AKP-MHP’ê di şerê li dijî Kurdan de PDK’ê bi kar tîne. Dayikên Aştiyê yên li Colemergê jî, bang li Barzanîyan kir ku tavilê ji vê xeletiyê vegerin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê li bakurê Kurdistanê jî, bertek zêde dibin.

Têkildarî êrişên li ser başûrê Kurdisanê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê li pêşiya avahiya HDP’a Artêmetanê daxuyanî da.

Daxuyanî ji hêla Hevserokê Rêxistina HDP’a Erdîşê Bayram Çîçek ve hate xwendin.

Bayram Çîçek anî ziman, hem PDK û hem jî desthilatdariya AKP-MHP’ê dê hesabê bidin gel.

Bayram Çîçek bal kişand ser qeyranên li herêmê û got:

“Di bingeha hemû krîzên ku niha li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê heyî de înkarkirina mafên bingehîn a gelê kurd e.

Di dewamê de Bayram Çîçek bal kişand ser rola PDK’ê ya di şer de û wiha got:

“Gelên me her tim desthilatdariyên ku di şer de israr kirine, ji peywirê girtine.

Dê dawiya desthilatdariya AKP’ê jî bi vê sedemê be.

Ev yek ji bo hevkarê van êrişan PDK’ê jî derbasdar e.”

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî piştî daxuyaniyê axivî û diyar kir ku AKP-MHP di êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd de PDK’ê bi kar tînin û got:

“Tevî AKP-MHP û PDK’ê jî em ê bi ser kevin.”

Dayikên Aşitiyê: Bila Barzanî dawî li xiyaneta xwe bîne

Dayikên Aştiyê yên li Colemergê jî, li dijî êrişên Tirkiyê û hevakariya PDK’ê bertek nîşandan.

Dayika Gulçîn diyar kir Şerma herî giran a PDK’ê ye û got: “PDK ji bo kuştina kurdan cil û bergên xwe û her îmkanên xwe dan.”

Dayika Aştiyê Zahîde Şen jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê û ev tişt anî ziman: “Heke Barzanî xayîn nebûya, Tirkiyê dê leşkerên xwe nebira wê herêmê. Ev şer dê zirarê bide Barzanî jî.”

Dayika Aştiyê Amîna Engûdar jî hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî ya li Stenbolê bi bîr xist û ev hevdîtin jî weke şermê nirxand.
Dayika Aştiyê Amîna Engudar bang li Barzanîyan kir ku tavilê ji vê xeletiyê vegerin.

Back to top button