Nêçîrvan Barzanî piştî êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava li koşka Erdogan e

Hemwextî êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li koşka Erdoganê faşît di hevdîtinê debû.

Li gorî hesabê fermî yê Serokkomariya Tirk, Nêçîrvan Barzanî îro li Enqerê li gel Erdogan di hevdîtinê debû.

Serdana Nêçîrvan ya ji bo Tirkiyê ku ji nişkave kû piştî êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî gumana hevkariya PDK’ê ya ji bo van êrîşên dawî zêdetir dike.

Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li Hesekê û têkçûna wê ya li beramber hêzên Rojavayê Kurdistanê, şevê din balafirên şer ên dewleta Tirk êrişî Mexmûr, Şengal û Rojava kir.

Di encamê de li Mexmûr 2 û li Şengalê 3 şehîd çêbûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Back to top button