Pekîn û Riyadê 34 peymanên bazirganiyê îmze kirin

Serokê Çînê di serdana xwe ya li Erebîstana Siûdê de hevkariyên xwe yên bazirganiyê xurtir kirin.
Riyad û Pekînê di gelek warên desxistina enerjiyê de 34 peymanên bazirganiyê îmze kirin.

Serokê Çînê Xi Jinping 4’ê Kanûnê serdana Erebîstana Siûdî kir.

Piştî serdana sê rojan di navbera Çîn û Siûdiyê de 34 peymanên bazirganiyê hatin îmzekirin.

Wezîrê Razemenî yê Erebistana Siûdî Xalid el-Falih got;

Ev peyman daxwaza welatê me ji bo baştirkirina peywendiyên bi Çînê re di hemû waran de nîşan didin.

Di nav de aborî û razemenî.

Ev serdan wê bibe sedema bilezkirina hevkariyên aborî û razemeniyê di navbera her du welatan de.”

Xalid el-Falih bal kişand ser vê yekê ku Erebistana Siûdî û Çînê peywendiyên bihêz û hevkariyeke nêzîk hene ku di van salên dawî de pêşkeftineke berfereh dîtiye.

Ev yek nemaze piştî serdanên dualî di navbera lîderên her du welatan de ku bû sedema hevkariyên bikêrhatî di warên cuda de.

Falih teqez kir ku Erebistana Siûdî derfetên berhênanê yên nedîtî di sektorên cihêreng de pêşkêş dike.

Di nav de enerjiya nûjen, pîşesazî, ragihandin, teknolojiya agahdarî, biyoteknolojî, geştiyarî, avakirin û avahîsaziyê, li gorî Visiona xwe ya 2030’î hene..

Wezîrê Razemenî yê Erebistana Siûdî bang li şirket û sermayedarên Çînê kir ku ji derfetên berhênanê sûd werbigirin ku li Erebistana Siûdî dahatên bikêr peyda dikin û ev tişt anî ziman:

“Wezareta Razemeniyê ji bo peydakirina tiştên baştirîn li welat kar dike.

Ji bo vê yekê jî sektorên taybet û giştî re tevger dike.”

Qebareya bazirganiya her du welatan ku di sala 2021’ê de gihîştiye 304 milyar riyal (80 milyar dolar) di çaryeka sêyemîn a îsal de 103 milyar riyal (270 milyon riyal) hatiye qeydkirin.

Back to top button