Serokê Perû Castillo hate binçavkirin

Li Perûyê krîza siyasî dewam dike.
Hat ragihandin ku Serokomar Pedro Castillo ku di encama dengdana Kongreya Peru yê de ji erk hatî girtin, hat binçavkirin.
Di demekê ku alîgirên Castillo daketin qadan de, seroka nû ya welat jî hate hilbijartin.
Boluarte ya marksîst bû yekemîn seroka jin a Perû yê.

Li Perû kriza siyasî welat navhev xist.

Polîsê Neteweyî yê Perûyê doh got;

Serokê berê Pedro Castillo, li gorî qanûnê, piştî ji kar avêtinê hatiye binçavkirin.

Hate hînbûn ku Castillo yê ku ji aliyê ekîbên Polîsên Neteweyî yên Perûyê ve hat binçavkirin, birine Walîtiya paytext Lîmayê.

Piştî vê yekî jî hate ragihandin ku Castillo bo girtîgehê hatiye şandin.

Castillo îdia kir ku Kongreya Komarî ya Perûyê dixwest wî ji erk bigrin, ji ber wê, min rewşa awerte ragihand.

Di krîza siyasî ya ku sibeha Çarşemê li welat derket de rewş aloztir bû.

Li aliyê din kongreyê di dewamiya rûniştinê de diyar kir ku ew ê girêdayî biryara Castillo nebin û di encama dengdanê de biryara betalkirina Castillo hat dayîn.

Ji ber krîza siyasî ya li welêt, alîgirên Castillo û welatiyên nerazî ji bo xwepêşandanan daketin kolanan.

Hêzên çekdar ên Perûyê jî ragihandin ku rewş di bin kontrolê de ye û xelk vexwendin ku aram bin.

Lê ya diyar li welat aloziyên heyî wê demek kin de bi dawî nebe.

Li gelek bajaran pevçûn navbera alîgirên Castillo û polîsan de pêk hat.

Boluarte bû yekemîn seroka jin a Perûyê

Piştî van bûyeran şevê din hema bilez û bez Seroka nû ya welat hate hilbijartin.

https://www.youtube.com/watch?v=cA7ROUkGYec piştî 00:25

Dina Boluarte ya di şevekê de bû seroka Peruyê, sond xwar.

Di heman demê de Boluarte ya marksîst bû yekemîn seroka jin a welat.

Back to top button