Partiyên Siyasî: Divê partiyên siyasî yên Kurdî ji bo bidawîkirina tecrîdê bixebitin

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de, civaka Kurdistanê têkoşîna ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomînin.

Serokê Partiya Aştiya Demokrat Telal Mihemed diyar kir ku xebatên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de xebatek ji bo bidawîkirina aloziyan û mîsogerkirina azadiya civakan e û got:

“Divê partiyên siyasî yên kurdî ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî bixebitin û helwestên xurt bidin.

Divê doza birêz Ocalan proje û xebatên pêşîn ên partiyên siyasî yên Kurd be.”

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî sedemên sereke yên domandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo spart van xalan:

“Rêber Abdulah Ocalan nûnertiya tevahî gelên Kurd û Kurdistanê dike û ya din jî rejîma Tirk naxwaze pêşniyar û ramanên wî bigihêjin gelên Rojhilata Navîn.”

Luqman Ehmê destnîşan kir ku gel bi têkoşîna rêxistinkirî dikare dengê Rêber Apo hîn zêdetir bigihîne cîhanê.

Back to top button