Li Îsraîlê li dijî Netanyahu xwepêşandanên girseyî

Îro careke din li gelek deverên Îsraîlê gel li qadan bûn.
Xwepêşandêran ji Serokwezîr Netanyahu re gotin,
ew ê nekare bi hêsanî daxwazên xwe yên li ser dadweriyê pêk bîne.

Li kolanan xwepêşandêr û di destê wan de jî alên Îsraîlê.

Bi hezaran Îsraîlî ji bo parastina serxwebûna dadweriyê careke din li qadan bûn.

Li Îsraîlê bi qebûlkirina pêşnûmeya darazê ya bi nakok di dengdana yekem a li Meclîsê de xwepêşandanên girseyî ji nûve dest pê kirin.

Meclisa Îsraîl di rûniştina li Lijneya Giştî ya bi şev hat kirin da xala krîtîk a ku di dengdana despêkê de kontrola Dadgeha Bilind a li ser hikumetê sînordar dike qebûl kir.

Li ser vê yekê, protestoyên girseyî yên li dijî rêziknameya darazê ya nakok a hikumetê dîsa dest pê kirin.

Li bajarên wekî Tel Avîv, Qudsa Rojava, Heyfa, Ramat Gan û Birussebî bi hezaran kes bi alayên Îsraîlê daketin qadan.

Polîsên Îsraîlê bi ava şid xwest xwepêşandêran belav bike.

Xwepêşandêrên ku rêya sereke ya di navbera Tel Avîv û Qudsê bertek nîşan dan.

Piştî midaxeleya polêsan rê ji trafîkê re hat vekirin.

Li Tel Avîvê, gelek xwepêşander daketin qada sereke ya bajêr.

Xwepêşanderan ji sendîkayan xwestin ku “greva giştî ragihînin”

Bi sedan xwepêşander li ber navenda sendîkaya herî mezin a karkeran a Îsraîl a li Tel Avîvê li hev civiyan û bang li sendîkayê kirin ku “greva giştî ragihînin”.

Reforma rexnegir a wê kontrola Dadgeha Bilind a Îsraîlê li ser hikumetê bisînor bike, şevê din di dengdana yekem a Civata Giştî ya Îsraîlê de hat qebûlkirin.

Ji bo madeya di pêşnûmeyê de bikeve meriyetê divê li Meclîsê sê dengan re derbas bike.

Hikumeta Netanyahu di 4’ê Çileyê de plansaziyek ragihand ku derfetê dide Knessetê (meclis) ku hin biryarên dadgeha bilind betal bike.

Ev biyar desthilatdariya hikumetê ya di warê dddgeran de xurtir dike.

Îsraîlî ji vê plansaziyê ne razî bûn.

Li gorî wan ev plansazî serxwebûna dadgehan û dadgeriyê dixe xetereyê.

Back to top button