Li Îzlandayê erdhejên zêde çiyayê volkanîk xist tevgerê.
Çiyayê Fagradalsfjall yê volkanîk ku li başûrê rojavayê welêt agir barand.
Volkana Fagradalsfjall piştî 11 mehan roja doh careke din test bi teqînan kir.
Rêveberiya Meteorolojiye ya Îzlanda bi daxuyaniyekê got:
“Teqîn hîna biçûkin û heta niha duman derneketiye atmosfere.
Lava ku di qaliken li quntara volkane da diherike, mîna kaniyeke 200 metreyî diçe.”
Rayedaran şîret kirin ku li derdora volkan negerin.
Hat ragihandin ku teqîn bandoreke neyînî li trafîka hewayî nekir.
Ev volkan 30 kîlometre dûrî paytext Reykjavik ya li derdora Balafirgeha Keflavikî ye.
Li vê balafirgehê geştên navneteweyî tê kirin.
Her çend Volkana Fagradalsfjall di du salên dawî de du caran teqiyabe jî, ev yek bû sedema zirara madî û betalkirina balafiran.



