NY: 575 mîlyon kes wê heta 2030 di nav xizaniyê de bin

Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya derbarê xizaniya li cîhanê eşkere kir.
Li gorî raporê tê pêşbînî kirin ku heta 2030’î li seranserê cîhanê 575 mîlyon kes bi xizaniya giran re rûbirû bimîne.
Her wiha 84 mîlyon zarok jî wê nikaribin biçin dibistanê.

Neteweyên Yekbûyî pilan dikir ku heta sala 2030’î li cîhanê asta birçîbûnê û xizaniyê derxe sifrê.

Lê di rapora ku herî dawî hatiye eşkere kirin de derketiye holê ku ji 140 hedefên hatine destnîşankirin tenê sedî 15’ê wê dikare pêk were.

Di raporê de tê gotin, heta sala 2030’î li cîhanê 575 mîlyon kes wê di nav xizaniyê de jiyan bikin.

Her wiha 84 mîlyon zarok jî wê nikaribin biçin dibistanê û derfetên wan ê xwendinê wê nebe.

NY: Newekheviya di Cîhanê de metirsiyê zêdetirk dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres di pêşgotina raporê de hişyarî da û got:

“Eger em niha destwerdanê nekin, wê rojeva me ya sala 2030’î ji bo hemû cîhanê bibe goristan.

Ji ber ku newekheviya di cîhanê de perçebûnê diafirîjne û metirsiyê zêdetirk dike.”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY yê ji bo Karûbarên Aborî û Civakî Li Junhua jî di civîna çapemeniyê de li ser mijarê axivî.

Junhua diyar kir hemû faktorên wekî şerên heyî, guherîna avhewayê, bandorên mayînde yên şewba Kovîd-19 bandorê pilansaziya wan dike.

Back to top button