Tevgera Azadî: Divê sînorek ji êrişên Erdogan re were danîn

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û HDP’ê êrişên şeva borî yên li ser, Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Tevgerê anî ziman ku ev êriş îspat dike ku dewleta Tirk îradeya azad qebûl nake.

Tevgera Azadî li Silêmaniyê bi amadebûna hinek endamên xwe têkildarî êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Faşîzma AKP-MHP’ê û Erdogan bi hemû hêza xwe ya hovane êrişî Şengal, Mexmûra ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de û Rojavayê Kurdistanê dike.

Sivîlan dike hedef û raya giştî bêdeng e.

Tevgera Azadî êriş şermezar kir û got: Ev êriş îspat dike ku dewleta Tirk îradeya azad qebûl nake.

Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd jî rişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

HDP’ê jî êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava şermezar kirin û got:

Dijminahiya wan tu sînoran nas nake û pergala wan a komkujiyê ye.

Bi balefiran êrişî kampên penaberan, bajar û gundan dikin.

Êrişên li Şengal û Mexmûr û Dêrikê hovîtiya wan, dide nîşandan.

Back to top button