Ragihandina Rûsî: Gelek xwepêşander hatine berdan û lêpirsînan dest pê kiriye

Ji bo berdana rikberê Rûs Alexey Navalny, gel dest bi xwepêşandanan kiribû. Ragihandina bi ser Rûsyayê ve jî ragihandiye ku jimareke xwepêşanderên binçavkirî hatine berdan û lêpirsînan dest pê kiriye. Amerîka banga berdana Navalny û tevahiya girtiyan dike, Rûsya jî ya dawî bi destwerdana li karûbarên welatê wan, tawanbar dike.

Roja Şemiyê li Mosko, Saint Petersburg û zêdeyî 60 bajarî, polîsan zêdeyî 3 hezar kesên ku ji bo berdana rikberê desthilata Rûsî Alexey Navalny daketibûn kolanan, binçav kirin.

Li gorî ragihandina Rûsî, hikûmetê gelek xwepêşander ku di nav de temenbiçûk jî hene, berdane, her wiha Polîsê li ser tevlihevî û birîndbûna hin kesan ku ji ber xwepêşandanan rû daye, dest bi lêpirsînan kiriye.

Amerîka: Girtina sivîlan, operasyoneke çeweisandina azadiya derbirandinê ye

Di vê berbarê de, berdevka Balyozxaneya Amerîkî li Moskoyê Rebecca Ross da xuyakirin ku hikûmeta Rûsî xwepêşanderên aştîxwaz û rojnamevanan binçav dike.

Rebecca Ross anî ziman ku, girtina sivîlan, operasyoneke çewisandina azadiya derbirandin û kombûna aştiyane ye.

Amerîka: Divê Rûsya navalny û hemû binçavkiriyan berde

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkî Ned Price jî ji aliyê xwe ve bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandanan şermezar kir.

Ned Price bang li hikûmeta Rûsî kir ku hemû girtiyan di nav de Navalny berdin û der barê mijara jehrîkirina wî de, digel lêpirsîna navneteweyî hevkar bin.

Kremlin: Amerîka nexşeyên tewereya xwepêşandanan belav kiribûn

Ji bo vê tevliheviyê, li vir, Rûsya rasterast tiliyên tawanbariyê dirêjî Amerîkayê kir.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov Washinton bi destwerdana li karûbarên Rûsyayê tawanbar kir ku balyozxaneya ya dawî li ser malpera xwe nexşeyên tewereya xwepêşandanan belav kiribû.

Berdeva Derve Maria Zakharova jî destnîşan kir ku, divê balyozxaneya Aemrîkî sedema belavkirina nexşeyan berî lidarketina xwepêşandanan, zelal bike.

Alexey Navalny ji Yekşema borî ve di zindaneke paytexta Rûsî Moskoyê de dimîne.

Navalny bi çalakiyên xwe yên li dijî gendeliyê tê nasîn û rikberê herî navdar ê desthilata serokê Rûsyayê Vladimir Putin e.

Back to top button