Rûsya: Sibe dewriyeyeke hevbeş a Rûsî-Tirk li ser riya M4 wê pêk bê

Rûsya ragihand ku li gorî lihevkirina wan bi dewleta Tirk re, sibe wê dewriyek hevbeş li Idlibê pêk were.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê idîa kir ku lihevkirina navbera Putin û Erdogan a derbarê Idlibê de wê rê li ber pêkanîna hemû hevpeymanên têkildarî Idlibê veke.

Tê payîn sibe yekemîn dewriyeya hevbeş a Rûsî-Tirkî li ser riya M4 li Idlibê pêk were.

Li dijî dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî idlibî xwepêşandan li dar xist

Têkildarî mijarê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li dijî pêkanîna dewriyeyên Tirkî-Rûsî yên hevbeş, Idlibî li ser riya navdewletî ya Lazqiyê-Heleb a M4 xwepêşandan li dar xistin.

Ji bo pêkanîna dewriyeyên hevbeş jî, hem dewleta Tirk û hem jî rejîma Sûrî rêbendên li ser riya M4 li riya Heleb-Lazqiyê radikin.

5’ê Adarê, derbarê Idlibê de lihevkirinek navbera serokê Rûsyayê û Tirkiyê de pêk hat.

Yek ji bendên lihevkirinê jî pêkanîna dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li ser riya M4 a Idlibê bû.

Back to top button