Li Helebê şervanê YPG’ê Amed Gavar hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Amed Gavar oxirkirin.

Di merasîmê de nasnameya gerîlayekî HPG’ê ku 25’ê Hezîrana 2019’an şehîd bûye jî hate eşkerekirin.

Şervanê YPG’ê Nûrdîn Rehmûk bi nasnav Amed Gavar 11’ê Cotmeha 2019’an de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li darxistin.

Kerwana şehîd ji ber nexweşxaneya Şehîd Xalid El-Fecir ber bi goristana gundê Pino li herêma Şiqeyf ve bi rê ket.

Di merasîmê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ayşe Hiso axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Remzî Bekir jî soza şopandina riya şehîdan da.

Piştre nasnameya gerîlayê HPG’ê Cemal Meimo bi nasnav Şiyar Meimo ku 25’ê Hezîrana 2019’an şehîd bûye hate eşkerekirin.

Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Amed di nava siloganan de spartin axê.

Back to top button