LEYLA GUVEN 181 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Berxwedana li dijî tecrîdê êdî di qonaxên nû de bi biryar dewam dike. Hem çalakiyên grevê yên heyî , hem jî rojiya mirinê li dar in. Çalakiya greva birçîbûnê ya pêşenga çalekgerên grevê Leyla Guven, 181 roj in li dar e. Her wiha 15 girtiyên di rojiya mirinê de jî , 8 roj in li ber xwe didin. Ji bo van çalakiyên heyî destek û piştgirî jî dewam dikin

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Leyla Guven li dijî tecrîdê ev 181 rojin di berxwedanê de ye.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya girtiyên di girtîgehan de jî bi biryar dewam e.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma despêkê ji 16’ê Kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 143 roj in dewam dike.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî 67 rojin li dare.

GIRTÎ ZEREN: HETA EM BI SER NEKEVIN WÊ ÇALAKIYA ME BIDOME

Ji van girtiyan Abdulselam Zeren (26) ku li Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê, 101 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Abdulselam Zeren got:

“Heta em bi ser nekevin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.”

Dayika wî Hanim Zeren jî, xwest ji bo kes nemire rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe.

ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYAN 8 ROJ IN DIDOME

Her wiha Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 8’emîn de dewam dike.

Tevî çalakiya li girtîgehan , çalakiyên li derve jî bi israr dewam dikin.

Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin.

Ji wan:

Çalakiya Sedat Akin 121,

Gurbet Ektîren 112,

Mahsun Şen 123,

Mûrat Aksin 54,

Semra Alkan 121,

Û Îhsan Sinmiş 70 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

ÎNÎSIYATIFA DENG BIDE LEYLA: PEYAM Û ÇÎROKÊN GIRTIYÊN DI GREVÊ DE WEŞANDIN

Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, rapora xwe ya ku ji kurtejiyan û peyamên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de pêk tê weşand.

Leave a Reply

Back to top button