Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê destpê kirin di roja 18’e de berdewam dike.
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Dilgeş Yaşar peyamek bi deng şand û bang li hemû kurdan kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 18’an de didome.

Dê Çalakiya greva birçîbûnê dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Ger heta 15’ê sibatê tecrît bi dawî nebe wê çalaki ya dorveger weguhere rojiya mirinê.

Dilgeş Yaşar: Ne gengaze ku em tecrîtê weke tiştekî asayî bibînin

Girtiyê bi navê Dilgeş Yaşar, li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê tê ragirtin, Bi rêka malbata xwe peyamek bi deng şand.

Dilgeş Yaşar herî dawî bang kir û got ji hemû deman zêdetir niha xwedî derketin girînge.

Back to top button