Mazlum Îçlî: Heta Rêber Apo azad nebe kes ne azad e

Li 106 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di çarçoveya pêngava azadî ji Abdullah Ocalan re ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di roja 17″an de didome.
Yek jî dîlgirtiyê azadiyê Mazlûm Îçlî bi peyameke bi deng diyarkir ku heta Rêber Apo  azad nebe ew azad nabin û bagn li herkesî kir ku berxwedana wan mezin bikin.

Di 27’ê Mijdarê de dîlgirtiyên Azadiyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêkê kurd re çareseriya siyasî’ li zîndanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ketin greva birçîbûnê.

Ev berxwedana girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di roja 17’an de didome.

Yek jî dîlgirtiyê azadiyê ciwanê kurd Mazlûm Îclî ku di temenê xwe yê 17 salî de biawayeke neheq hate girtin û cezayê mûebetê dane wî peyam şand.

Ciwanê kurd mazlûm Îçlî ku niha di girtîgeha navçeya silîvrî ya Stenbolê de dimîne bi rêka peyameke deng ji malbata xwe û rayagiştî re ragihand ku ketiye greva birçîbûne.

Mazlûm Îçlî li ser navê hemû girtiyên azadiyê hemû berxwedêrên ku ji bo Rêber Apo têdikoşin silav kir.

Mazlum Îçlî diyarkir ku heta Rêber Apo azad nebe gelên bindest taybet jî gelê kurd wê azad nebe.

Girtiyên li girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jî tevlî greva birçîbûnê bûn

Her wiha Îsmet Karak ê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jî bi rêya malbata xwe peyamek da û ragihand ku wan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Girtî Îsmet Karak eşkere kir ku wê deh rojan carekê greva birçîbûnê bi dorvegerî bikin û li ser girtiyên di hucreyan de agahî da û wiha got:

“Em berxwedana girtiyan, gerîla û gelê Kurdistanê yê welatparêz silav dikin.

Çalakiya me wê dewam bike.

Berxwedan jiyan e.”

Back to top button