Şêxê êla El Welda li bajarê Tebqa Hamêd El Ferc diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ`ê bi desteka Dewleta Tirk bû.
Hamêd El Ferec der barê êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser navenda Hêzên Asayşê ya Reqayê axivî.
El Ferec êriş şermezar kir û got:
Dema dewleta Tirk nikarî êrişî herêmê bike, hewl da bi rêya şaneyên xwe ewlehiya herêmê têk bibe.
Hêzên me ji hemû planên dewleta Tirk haydar in..
Em ê li hember van êrişan li rex QSD′ê û Hêzên Asayîşê bin.”
Her wiha El Ferec diyar kir ku ev kiryarên terorîstî wê bandorê li projeya neteweya demokratîk neke û got:
“Dê bandorê li têkoşîna me neke û wê heta pêkanîna wê bidome.
Ji bo pêkanîna serkeftin, divê gel hevgirtî be û piştgiriya hêzên leşkerî bike.”