Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi wesîleya salvegera 11’an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyekê da û komkujiyê şermezar kir .
Serokê Giştî yê PÎK’ê Hîkmet Serbilind qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 34 Kurd bi balafirên şer bi xwînxwarî hatin qetilkirin û hate gotin:
“11 sal di ser Komkujiya Roboskî re derbas bûne.
Komkujiya Roboskî di dema desthilatdariya AKP’ê de hate kirin .
Hîn jî têkildarî Komkujiya Roboskî hiqûq nayê bicihanîn.
Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Miletê Kurd, ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê ye.
li her devera ku Kurd lê ne, dewam dike”.
Di dawiya daxuyaniyê de Komkujiya Roboskî hate şermezarkirin û hate gotin:
“Me Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin.”