Arêtaş dagirker di meha Îlonê de 496 caran gundewarê Şehba-Efrînê topbaran kirin

Artêşa dagirker di meha Îlonê de 496 caran herem gundewarê şehba efrînê topbaran kiriye û di encama van topbaranan de 4 leşkerên hikûmeta şamê birîndar bûne.

Li gorî bîlançoya hatiye parvekirin danêyên êrişan wiha ne:

Artêşa dagirker ji 2’ê û 3 îlonê îlonê 10 gundên Şehba û Efrînê bi 18 obûsan kir armanc.

Ji 5’ê mehê heta 9’ê îlonê dewleta Tirk 14 gundê şehba û Efrînê kir armanc.

Her wiha ji 10’ê heman mehê heta 15’ê mehê heman gund bi 117 caran hatin bombebaran kirin.

Ji 16’ê mehê heta 20’ê mehê 92 caran hate bombebaran kirin.

Ji 21’ê mehê heta 25’ê mehê jî 163 caran hate armanckirin

Ji 25 heta 30 mehê jî 68 caran hate topbaran kirin.

Dewleta tirk a dagirker ji 13 meha heta 24 mehê bi guleyan êrişî gelek gundan kir û gelek gund bi rokêtan topbaran kir.

Di 28’ê heman mehê de di encama topbaran li dijî gundê Bêlûniyê ya girêdayî herêma Şehbayê de 4 leşkerên hikumeta şamê birîndar bûn.

Back to top button