Kazimî: Em ê ji bo pêkanîna “biryara jinên Êzidî” kar bikin

Serokwezîrê Iraqî Mistefa Kazimî erêkirina proje-qanûna jinên Êzidî yên hatî rizgarkirin wekî nirxekî wekhevî û welatbûyînê, nîşan da.

Kazimî teqez kir ku erêkirina proje-qanûna Êzdiyên jin yên ji lepên DAIŞê rizgarkirî û jinên din ên Iraqî, ji bo pêkanîna edaletê gaveke girîng e û nirxê wekhevî û welatbûyînê raber dike.

Mistefa Kazimî diyar kir ku Hikûmeta Iraqê dê hemû hêza xwe bi kar bîne da ku ev biryar were pêkanîn.

Duh di rûniştina 38’an ya Parlamena Iraqê de, li ser vê biryarê dengdayîn çêbû û tê de ev jin wê werin qerebûkirin û derfetên aborî li pêşiya wan werin vekirin.

Back to top button