Çalakger: Em ê xwedî li xwezaya xwe derkevin

Çalakiya rûniştinê ya Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş ku ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî hatî destpêkirin, bi tevlîbûn û piştgiriya parlementerên heremê bi dawî bû.

Îro ji gelek sazî û rêxistinên bakurê kurdistanê jî ji bo piştevaniya çalakiya Ozguneş li hev kom bûn.

Çalakî bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû.

Murat Ozbey li ser navê Platforma Şaxa KESKê ya Şirnexê daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo parastina ekolîjî wê calakiyên wan dewam bikin.

Piştî daxuyaniyê Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş jî anî ziman ku wê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe mezin bikin.

Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên, “Cûdî dîrok e, xwedî li dîroka xwe derbikeve” bi dawî bû.

Her wiha wê sibê heyeta Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê were herêmê û li gundên ku şewat derketiye lêkolîn bike.

Back to top button