“Herdu komkujiyên li Parîsê operasyonên ‘NATO’ ne”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku komkujiyên ku li Parîsê hatine kirin operasyonên gladîyoyeke di nava NATO’yê de ye.

Nedîm Seven destnîşan kir ku herdu komkujiyên li Parîsê hatin kirin operasyonên Gladîoyeke li nava NATO’yê ye û got:

“Di sala 1985’an de li dijî tevgera me biryarek wergirtin.

Di sala 1993’an de li Yekîtiya Ewropayê xistin meriyetê. Tevgera me di sala 1993’an de li Elmanya û Fransayê qedexe kirin.

Ew jî operasyoneke NATO’yê bû.”

Nedîm Seven: Gelê Kurd bi helwesta xwe li ber qirkirinê radibe

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven tesbîtên Rêber Apo yên derbarê sîstema heyî de bibîr xist û got:

NATO li ber mirinê ye. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên bingehîn ên cîhanê xitimî ne.

Bûyera li Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê pêk hat jî ne tesadife..

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven destnîşan kir ku têkbirina PKK’ê bi vî awayî nepêkan e û got:

“Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin dibe ku bûyerên bi vî rengî bikin.

Lewma gelê me bi rengekî bi heybet xwedî li hebûna Kurdan û paşeroja xwe derket. Ev yek têkoşîneke ji nişka ve nîne.

Pêwendiya xwe bi perwerde, rêxistinî, siyasî, têkiliyên navneteweyî û dîplomasiyê heye. “

Back to top button