HPG: Li Zapê leşkerekî dagirker hate kuştin

Çalakiyên hêzên gerîlayan yên li dijî dagirkeriya tirk dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li Zapê leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Li gorî vê

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, gerîlayan bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin.

Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê, li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd ya herêma Xakurkê jî gerîlayên Jin bi çekên giran derb li dagirkeran da.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Tîmên bi tevger ên YJA Starê droneyeke artêşa Tirk ku li ser herêmê digeriya, xistin xwarê.

Derbarê êrişên dagirkeriyê de jî HPG ev agahî dan:

Qadên berxwendanê 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Back to top button