RIYAD DERAR: TÊKILIYÊN NAVDEWLETÎ BI QSD’Ê RE LI SER GIRIYÊN DIAŞ’Ê YÊN BIYANÎ AVA BÛYE

Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar qekez kir ku têkiliyên navdewletî bi QSD’ê re li ser rêgezên girêdayî çaranûsa çeteyên DAIŞ`ê yên li cem QSD`ê girtîne, ava bûye.

Di encama Pêngavên QSD’ê yên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran çete hatin girtin û niha di girtîgehên rêveberiya xweser de ne.

Hejmara herî mezin a çeteyan li Baxozê xwe radestî QSD`ê kiribûn.

Tevî wan hejmarek mezin ji jin û zarokan hene.

Çeteyên DAIŞ`ê yên li cem QSD`ê girtî ji gelek welatanin.

MSD`ê jî gelek caran bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î werbigirin.

Lê ew dewlet wergirtina çeteyên DAIŞ`ê red dikin.

Her dawî jî piştî redkirin wergitina çeteyan banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’î yên biyanî li bakurê Sûrî hat kirin.

Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar têkildarî çaranûsa bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên li cem QSD’ê ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Riyad derar diyar kir ku avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê nîqaş li asta navdewletî û girêdayî cih û qanûnên wê têne kirin.

Dirar destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê gelek sûc pêk anîne û armanc ji avakirina dadgehê, avakirina pergalek ku adaletê li ser esîran pêk tîne.

Hevserokê MSD’ê bal kişand ser têkiliyên navdewletî ya girêdayî çaranûsa çeteyên DAIŞ`ê li ser rêgezên girtiyan hatine avakirin û wiha got:

“Hîna nîqaş bi aliyên navdewletî re li ser dadgeh Sûrî be yan jî navdewletî be tê kirin.

Lê dîmena dawîn hîna çênebûye.

Ji ber ku nîqaşên girêdayî rêbaza ku çete dê li ser wê werin darizandin dewam in.”

Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar diyar kri ku li bakur û rojhilatê Sûriyê qanûnê ku mercên cezayê adil pêk tîne hene û ev tişt anî ziman:

“Lê hîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewabûna ku tê xwestin negirtiye da ku bi navê dewletê cezayê bibire.”

Leave a Reply

Back to top button