Ukrayna Rûsya derewand: Di êrişê de kes nemiriye

Diyare êdî di şerê li Ukrayna de, armnacên pêkanîna komkujiyên giştî tê kirin.
Rûsya ragihand ku di êrişa li ser bajarê Kramatorsk î de, bêtirî 600 kes mirine.
Rêveberiya Kîevê ev yek derewand û got:
Di êrişê de tiştek bi kesî ne hatiye.
Hemwextî vê, Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg ragihand ku çek rêya çûyîna aştiyê ye.

Li Ukrayna şerekî dirêj bike xuya dike.

Di meha 11’an a şerê li welat de, nişaneyên ku ev şer wê di demeke kin de bi dawî bibe, xuya nake.

Rûsya ragiahdn ku di êrişa bi moşekan ya li ser bajarê Kramatorsk yê Ukraynayê de, bêtirî 600 leşkerên Kîevê hatine kuştin.

Ukrayna ev yek red kir û got;

Di êrişê de tiştek bi leşkerên wan ne hatiye.

Şaredarê Kramatorskê Oleksandr Honcharenko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di êrîşên Rûsyayê de dibistan bûne armanc û got,

“Di êrîşên moşekî de 2 dibistan, 8 avahî û rawestgehek erebeyan zirar dîtiye.

Ji aliyê Rûsyayê ve di saetên şevê de ti ziyanên canî çênebûn.”

Waliyê Donetskê yê Ukraynayê Pavlo Kyrylenko di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşên li ser bajarê Kramatorskê de tu windahiyên canî çênebûne.

Rûsya li bajarê Kramatorskê êrîşa tolhildanê pêk anî

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku cihê leşkerên Ukraynayê bi piştgiriya îstîxbarata Rûsyayê hatiye diyarkirin û got,

“Wesayitên keşfê yên Rûsyayê li bajarê Kramatorskê nuqteyên leşkerên Ukraynayê yên demkî dîtin û piştrast kirin.

Bêtirî 600 leşkerên Ukrayna di encama êrişa li vê herêmê de hatine kuştin.”

Di roja yekem a sala nû de, Ukrayna êrişî bajarê Makiivka kiribû.

Her çiqasî Rûsya ragihand ku 89 leşkerên wan hatine kuştin jî lê Ukrayna ev yek weke 400 ragihandibû.

Tê gotin Rûsya ji bo bersivdayîna vê, êrişî bajarê Kramatorskê kiriye.

Stoltenberg: Çek rêya aştiyê ye

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bal kişand ser şerê Rûsya û Ukraynayê got,

“Çek bi rastî rêya aştiyê ye.

Eger zilm û zordarî, azadî û demokrasiyê têk bibe, wê aştiyeke mayînde pêk neyê.”

OSCE: Şerê li Ukrayna bazirganiya mirovan zêde dike

Sekretera Giştî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) Helga Maria Schmid di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Almanî Welt, diyar kir ku şerê Ukraynayê bûye sedema zêdebûna bazirganiya mirovan a navneteweyî.

Schmîd da zanîn ku ji destpêka şer ve lêgerîna li ser dîmenên zayendî û pornografîk ên li ser jin û zarokên Ukraynayî yên li ser înternetê ji sedî 600 zêde bûne û got,

“Ji şer re bazirganiya jinên ducanî jî gelekî zêde bûye.”

Back to top button