Metirsiya Talîban Rûsya, Ozbekîstan û Tacekîstin xistiye alarmê

Bi hêzbûna Talîbanê ya li nava Efxanistan û sînorê welat, Rûsya, Ozbekistan û Tacekîstan xistiye alarmê. Ji bo hişyariya li dijî Talîbanê hersê welatan li Tacekîstanê dest bi tetbîqatê kirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navçeya Leşkerî ya Navendî ya Rûsyayê, tetbîqatek leşkerî ya sê alî bi beşdariya leşkerên Rûsya, Ozbekistan û Tacikistanê li herêma Hatlon a Tacikistan a nêzî sînorê Efxanistanê despê kir.

Cîgirê Fermandarê Navçeya Leşkerî ya Navendî ya Rûsyayê Yevgeny Poplavskiy di merasîma vekirina tetbîqata ku bi lêdana sirûdên neteweyî yên sê welatan dest pê kir de axivî.

Poplavskiy diyar kir ku ji bo zêdekirina tecrubeya şerî ya di şert û mercên dijwar ên fizîkî, erdnîgarî û avhewayî de wê xebat bêne kirin.

Poplavskiy diyar kir ku ew ê di tetbîqatê de cureyên nû yên alav û çekan biceribînin.

Ti tetbîqata ku zêdeyî 2 hezar û 500 leşkerên ji hersê welatan têde amade ne, wê heta 10’ê Tebaxê dewam bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sînorê Efxanistan yê bi Ozbekistanê re 144 kîlometre û bi Tacekîstanê re jî 1344 kîlometre ye.

Back to top button