COVÎD19..Li herêmê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 16 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan û 146 kes jî nexweş ketin.

Roj bi Roj li herêmê pêla 4’an a vîrûsa koronayê belav dibe.

Der barê mijarê îro Desteya Tenduristiyê hin agahî parve kir.

Desteyê da zanîn ku ji ber vîrusa koronayê 16 kes jiyana xwe ji dest dane.

146 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine. Hat diyar kirin ji kesên pêketîne 87 mêr, 59 jin in û 12 nexweş jî baş bûne.

Bi van daneyên dawiyê re hejmara pêketiyên vîrusa koronayê bû 35 hezar û 550 kes.

Her wiha hezar û 357 kes mirine û 2 hezar û 451 nexweş jî baş bûne.

Back to top button