Efxanistan..Li bajarê Xerat şerê nava bajar bi dijwarî didome

Li Efxanistanê, her roja derbas dibe tevgera Talîban gaveke din nêzî deshilata welat dibe.
Êdî şer li nava paytextên parêzgehan gur bûye.
Di şerê li nava bajarê Xerat yê ku sêyemîn bajarê herî mezin yê welat, didome.
Bi gurbûna şerê li welat re bi hezaran kes ketine ser rêya koçberiyê.
Vê carê jî bazar li ser koçberên Efxan tên kirin.
DYA li dijî îdiayên ku wan berê koçberan dane Tirkiye bertek nîşan da û ev yek red kir.
Mixalîfa Tirkiye jî dibêje, di nava deshilata welat û Amerîka de bazarek nû li ser koçberan hatiye kirin.

Bi despêka meha Tebaxê re şerê li Efxanistanê derbasî nava peytextên parêzgehan bû.

Talîban ku bi hemû hêza xwe êrişî navendên bajar dike, metirsiyek zêde li gel Efxanan daye çêkirin.

Ev der jî parêzgeha Xerat e.

Li navenda bajar şerekî dijwar heye.

Lêşkerên artêşa Efxanistanê jî ji bo têkbirina êrişan bi talîbanê re şerê sing bi sind dikin.

Ji fermandarên Artêşa Efxan yê li Xerat Rehmetullah Xan diyar kir ku wan kariye heta astekê êrişên li ser bajar têk bibin.

Xan got,

Di nava çend rojên derbasbûyî de, şerekî dijwar li herêmê rûda.

Piştî êriş hatin têkirin, niha rewş arame.

Li dijî her êrişekê em di amadebaşiyê de ne.

Li nava bajar jimareke zêde ya wesayîtên zirxî tên dîtin.

Bajarê Xerat 3. bajarê herî mezin yê li Efxanistanê ye.

Nêzî niv milyon niştecihên xwe hene.

Ji 407 navçeyên li welat, Talîban îdia dike zêdeyî 200’î kontrol kirine.

Bi gurbuna şerê li welat re, pêla koçberiyê jî zêde bûye.

DYA: Tevî Tirkiye me berê kesê nedaye tu welatekî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price di daxuyaniya çapemeniya rojane ya doh de, li ser mijarê axivî.

Price tewambariyên dewleta Tirk yên ku wan di mijara koçberan de dikin hedef red kir û got:

Tirkiye di nav de, me berê ti koçberekî ne daye tu welatekî.

Price anî ziman ku ew ji vê rewşê acizin.

Enqere: Ji me nepirsîn û girtina biryarê bêberpirsyarî ye

Lê ji nava Tirkiyê li hemberî polîtîkayên Amerîka bertek derket.

Enqere nerazîbûna xwe ya li ser hinceta “wê pêleke nû ya koçberiyê pêk were” nîşan da.

Wezareta Karên Derve ya Tirk daxuyaniyek da îdia kir ku ew ji zêdetirî 4 milyon koçberî re malovaniyê dikin.

Ji ber vê yekê wê rê nedin pêleke nû ya koçberiyê.

Li dijî pêla nû ya koçberiyê di nava raya giştî ya Tirkiye û mixalefetê de hêrsek zêde heye.

Heta yên li ser medyaya civakî îdîa dikin ku Enqere bi dizî bi Washingtonê re li ser polîtîkaya ‘deriyê vekirî’ li hev kiriye jî hene.

Back to top button