Li Aydinê komek nîjadperest 3 kes lînç kirin

Li navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, 3 kesên di wesayîteke ku dan sekinandin de, lînç kirin.

Li gundê Emîrdogan ê navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, bi angaşta ku hatine şewitandina daristanan wesayîteke bipîlaqeya Balikesîrê da sekinandin û 3 kesên di wesayîtê de lînç kirin.

Li ser agahdarkirinê cendirme hatin gund û 3 kesên ku hatin lînçkirin binçav kirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Efelerê.

Di dîmenên ku çavkaniyên herêmî gihandin ajansa me de koma ku ji nêzî 100 kesî pêk tê dûrişmeya “bila geber bibin” berz dikin û hewl didin pêşiya wesayîta cendirmeyan a 3 kesên ku lînç kirine têde ne, bigirin.

Hate gotin, koma nîjadperest ji ber ku di wesayîtê de tup û bîdoneke mazot hebû, her sê kesan lînç kirine.

Back to top button