Fermandariya Giştî bi şandeyeke eşîrên Eyn Îsa, Sirîn û Girê Spî re civiya

Fermandariya Giştî a QSD’ê bi şandeyeke ji şêx û rûspiyên Êlên Eyn Îsayê re civiya.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeke êl û rûspiyên ji şêx û serokeşîrên bajarokên Eyn Îsa, Sirîn û Girê spî kir.

Di hevdîtina li gel şandeyê de, fermandarê QSD’ê geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xebatên hêzên QSD’ê yên di şerê li dijî terorê, gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nirxand.

Her weha Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî, rewşa xizmetguzariyê li herêmê û rêyên derbaskirina astengiyên li pêşiya deste û saziyên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina wan gotûbêj kir.

Mezlûm Ebdî bi rêya şandeyê spasiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ku di parstina herêmê de bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re alîkarin.

Endamên şandeyê jî, fedekariyên QSD di parastina herêm, ewlekarî û aramiya wan de anîn ziman.

Fermandar Mezlûm Ebdî bi eşîrên Dêra Zorê re civiya

Back to top button