Çeteyan êrişî Ewn Dadat ê Minbicê kir: 7 sivîl birîndar bûn

Çeteyên dewleta Tirk ji bo pêkanîna daxwazên rejîma Tirkiyê careke din êrişî gundên Minbic û Til Temirê kirin.
Di êrişa çeteyan a li ser gundê Ewn Dadat yê li bakur-rojhilatê Minbicê de 7 welatî birîndar bûn.
Her wiha çeteyan embarên genim ên gundê Um El Kêf ê navçeya Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Doh gundê Ewn Dadat yê Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi çekên giran hat topbaran kirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku 7 sivîl birîndar bûne.

Şêniyên herêmê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Helbet ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk êrişî gundewarê Minbicê û giştî herêmê dike.

Dagirkeriya Tirk bi van êrişan rasterast sivîlan dike hedef.

Di çarçoveya parastina rewa de, şervanên meclisa Leşkerî yên Minbicê beriva êrişan didin.

Xelkê Minbicê jî, li dijî êrişan di nava çalakiyan de ne û her peyama bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê didin.

Dagirkeriya Tirkiyê gundê Um El-Kêf ê Til Temirê topbaran kir

Heman wextê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê embarên genim ên gundê Um El Kêf ê navçeya Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Back to top button