Şahîdên Bûyerê: PDK ji gerîlayên ku ber gundê Bêxmê re derbas dibûn kemîn danî û wan gulebaran kir

Ji 26’ê Tîrmehê ve, 3 gerîlayên ku rastî êrîşeke PDK’ê hatin, windayî ne û ti agahî li ser wan tune bûn.. Herî dawî agahîne nû der barê wan de hatine eşkere kirin. Çavkanîne herêmî ku bûn şahidê vî sûcî, piştrast kirin “Piştî ku her 3 gerîlayan radestkirin nepejirandin, di navbera wan û hêzên PDK’ê ve pevçûn rû daye.”

26’ê Tîrmehê li derdora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan, 3 gerîla rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatin û ji hingî ve têkilî bi wan re qut bibû..

Ajansa Rojnews’ê herî dawî agahîne nû derbarê çarenûsa wan de ji çavkanîne xwecihî ku şahidiya vê bûyerê kirin, bi dest xistin.

Ev şahid ji gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Hewlêrê ne û wê rojê bûyer bi çi regî êbûye, dîtine.

Li ser êrîşa 26’ê Tîrmehê, çavkaniyan wiha agahî û hûrgiliyên wê, vegotin.

“Wê rojê sê gerîla bi peyatî di gundê Bêxme re derbas bûn.

Diyar bû ew ji cihekî dûr dihatin û westiyabûn.

Piştî her sê gerîla digihin gundê Bêxme ji aliyê hêzeke PDK’ê ve tên dorpêçkirin û gule li gerîlayan tên barandin.

Piştî hêzên PDK’ê, gerîla gulebaran kirin, banga radestbûnê kirin.

Lê her sê gerîla xwe radestî hêzên PDK’ê nekirin, lewma ya dawî “Hêzên PDK’ê” bi çekên giran li gerîlayan reşandin.

Her sê gerîlayan bi qasî saetekê berxwedaneke mezin kirin û şerek dijwar rû da.

Dawiyê her sê gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên şehîdxistin û cenazeyê her sê gerîlayan li heman cihê diveşêrin.”

Çavkaniyên xwecihî îdîayên medyaya PDK’ê û hêzên PDK’ê ku gotibûn gerîlayan li Bêxme êrişî wan kiriye, derewand û tekez kirin “Ev îdîayên ku dibêjin gerîla êriş kirine, derew in. Her sê gerîla wek rêwî wê di gundê Bêxme re derbasbûyan, lê hêzên PDK’ê êrişê wan kirin e.”

Di demekê de ku ji her derê banga lihevkirin û dernexistina şerê navxweyî tê kirin, êrîş û pêşdeçûna hêzên PDK’ê ber bi herêmên gerîla ve, rewşa heyî aloztir dike..

Ne tenê ev, derfetên dewleta Tirk ên dagirkirina deverên Başûrê Kurdistanê jî hîn zêdetir dike.

Back to top button