Dewleta tirk a dagirker 400 metre din xaka Sûrî ya Efrînê ku dagirkiriye dîwarê xwe lêdike û çeteyên Cebhet El Nûsra kiriye nobedarê dîwar.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe li Efrînê mayînde bike, diwarek çemento li ser sînorên Kantona Efrînê lê dike.
Ji dawiya meha Sibatê de bi qasî 400 m derbasî erdên Sûriyê kir.
Hemwextî van kiryaran dewleta Tirk çeteyên El-Nusra yên ku di lîsteya terorê ya cîhanê de ne navê wan guhert û xist “polîsên azad”.
Çevkaniyek ji heremê diyar kir ku şandina çeteyan ji bo Lîbyayê bi awayekî rojane dewam dike û ev yek bi hevkariya istîxbaratên Tirkiyê pêk tê.
Her wiha ji her komeke çete re, nûnerek û nivîsgeheke taybet ji bo koordîneyê û birêxistinkirin kar û barên çûyîna Lîbyayê hatiye avakirin.