Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn

Şêniyên kantona Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê li goristana şehîdan a Kobanê û ya gundê Berxbatanê bi pêxistina mûman li ser gorên wan bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya “Şeva Xedrê” ya Kobanê û gundewarê wê berê xwe da Goristana Şehîdên komkujiyê.

Li goristanê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho şehîdên komkujiya berxbotanê bibîranî û wiha got:

“Ji bo ku ev komkujî dubare nebe divê her kesek ji me xwe li hember vê xakê berpirs bibîne û xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.”

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdên komkujiyê hatin pêxistin.

Weke têzanîn 25’ê Hezîrana 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê, û gundê Berxbatanê komkujî pêkanîn û di encamê de 243 sivîl û 30 şervanên YPG-YPJ’ê şehîd bûn.

Back to top button