Li Kobanê şehîdên komkujiya 25 Hezîranê hatin birbîranîn

Di 25′ê Hezîrana 2015′an de, çeteyên DAIŞ’ê der heqê şêniyên Kobanê komkujiyek pêk anîn.
Navenda Çand û Huner ya Kobanê bi şanoyekê şehîdên Komkujiyên bir bîr anîn.

Di 25′ê Hezîrana 2015′an de, çeteyên DAIŞ′ê derbasî gundê Berxbotanê yê li başûrê Kobanê bûn.

Wê rojê çeteyên DAIŞ’ê li dijî şêniyên gund komkujiyek pêk anîn.

Piraniya qurbaniyên komkujiyê jin, zarok û kesên temenmezin bûn.

Di komkujiyê de 242 sivîl û 30 şervan şehîd bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê şanoyek li dar xist.

Endama Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner Leyla Ehmed ev roj weke roja reş binav kir.

Back to top button