Îran êrîşî 2 baregehên Emerîkî yên li iraq û Hewlêrê kirin

Aloziya di navbera Emerîka û Îranê de ku bi kuştina Qasim Sileymanî zêde bû, derbasî qonaxeke nû bû. Piştî gefên di navbera her du aliyan de Îranê dest bi êrîşê kir. Îranê weke bersîva kuştina Qasim Sileymanî êrîş bir ser 2 baregehên Emerîkî yên li Iraq û Hewlêrê.

Artêşa Îranê şevê din di saeta ku Fermandarê Feyleqa Qûdisê Qasim Silêmanî hate kuştin de, 2 baregehên Emerîka yên Îraq û başûrê kurdistanê bombebaran kir.

Îranê, bi dehan moşek avêtin baregeha “Eyn el-Esed” li parêzgeha Enbarê ya Iraqê û baregeha “Herîr” a li Hewlêra başûrê Kurdistanê.

Li gorî televîzyona Îranê, 80 Emerîkî hatin kuştin.

Iraq got, 22 moşek li navendên koalîsyona navdewletî ketin û ziyan nînin.

Başûrê Kurdistanê dibêje ti ziyanên madî û canî tune ne.

Brîtanya ragihand, hejmarek birîndar heye.

Emerîka dibêje ti ziyanên canî di nava artêşa wan de çênebûne.

Li ser vê mijarê, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Zerîf diyar kir, wan bersiva kuştina Silêmanî da, êdî ew ti şerî naxwazin.

Lê rêberê bilind yê Olî Elî Xameny berovajî vê yekê got ev bersiv têrê nake.

Wezareta Prastinê ya Emerîka Pentagonê jî tenê got “ew bersivdayîna êrîşên Îranê lêkolîn dikin.”

ALOZIYA EMERÎKA Û ÎRANÊ
TRUMP: DI ÊRÎŞÊ DE TI ZIYAN NE GIHAYE LEŞKERÊN ME

Piştî van daxuyaniyan herkes li benda peyama serokê Emerîka Doland Trump bû.

Donald Trûmp têkildarî êrişa Îranê ya li dijî baregehên Amerîka ya li Iraqê, civîna çapemeniyê lidarxist.

Trump diyar kir ku di êrişa Îranê de ti ziyan bi leşkerên Amerîkayê neketiye.

Trump têkildarî kuştina Qasim Silêmanî jî got;

“Îranê hewil dida aramiya Rojhilata Navîn xera bike, lê êdî ew roj bi dawî hatin.

Hefteya derbasbûyî me karek baş pêkanî, bi fermana min terorîstê herî mezin hate kuştin.”

Her wiha Trump anî ziman ku ewê destûr nedin Îran bibe xwediyê çekên atomî.

Trump destnîşan kir ku heta Îran nêzîkatiyên xwe ne guhere ewê cezayên dijwartir li ser Îranê bibirin.

ALOZIYA EMERÎKA Û ÎRANÊ
SEROKOMAR Û SEROKÊ PARLAMENTOYA IRAQÊ ÊRÎŞÊN ÎRANÊ ŞERMEZAR KIRIN

Ji aliyê din ve serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi daxuyaniyên cuda êrîşa Îranê ya li dijî baregehên Amerîkayê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku ji bo parastina serweriya xaka Iraqê hemû tedbîran bigre.

Leave a Reply

Back to top button