KJK’ê bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê daxuyanî da

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiyar li ser jinê daxuyaniyek da. KJK’ê diyar kir ku wê çalakiyên îsal ên 25’ê Mijdarê di navbera 15-25’ê Mijdarê de bi dirûşma “Li dijî her cûre tundiya dewleta mêr, Jin, Jiyan, Azadî’ bên lidarxitin. KJK’ê 25’ê Mijdara îsal diyarî jinên pêşeng ên her çar aliyên Kurditsanê û cîhanê ku hatine şehîdxistin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan daxuyaniyek da.

KJK’ê di daxuyaniyê de çalakiya Ş. Sara û Rûken ku li dijî dagirkeran çalakiya fedayî kirin bibîr xit û diyar kir ku ev çalakî, tolhildan û raperîna me ya 25’ê Mijdarê mezintir kiriye.

KJK: Bi dirûşma ‘li dijî her cûre tundiyê “Jin, Jiyan, Azadî’ wê jin li qadan bin

KJK’ê her wiha anî ziman kur ku sala 2022’an ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê awerteye û got:

“Dewleta Tirk a faşîst û hêzên navneteweyî yên li pişt wê, ji bo qirkirina Kurdan û têkoşîna azadiyê ya jinê hevkariyê dikin.

Dewleta Tirk a faşîst bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîla bikar tîne û ev êriş dewam dikin.

Li hember vê jî gelekî girînge ku çalakiyên 25’ê Mijdarê bi xurtî çalakî û serhildanên jinan bên lidarxistin û bigihêjin lûtkeyê.”

KJK’ê di dewama daxuyaniyê de eşkere kir ku ew ê çalakiyên îsal di navbera 15-25’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Li dijî her cûre tundiyê, Jin, Jiyan, Azadî’ bên lidarxistin..

KJK diyar kir ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê pêvajoyeke kampanyê ya deh rojan wê bi rê ve biçe û wê diyarî jinên pêşeng ku bi destê dagirkeran hatin şehîdxistin bê kirin û hat gotin:

Li Rojava diyarî Jiyan Tolhildanan, 5 hevrêyên me yên jin ên ciwan ên li dibistanê hatin şehîdxistin, Zeynep Saroxan, jinên Efrînî yên di bin zilma çeteyan û dewleta Tirk a faşîst de ne.

Li Rojhilat diyarî Jîna Emînî û Şilêr Resûlî dikin.

Li Başûr diyarî hevalên xwe Nagehan Akarsel, Delal û Berfîn dikin.

Li kampên penaberan ên Êzidî lê têne hiştin, diyarî keça Êzidî Axînê dikin.

Li Bakur diyarî girtiyên jin ên şoreşger-demokrat li zindanan li ber xwe didin, dikin.

Û di serî de hevalên me yên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, diyarî hemû hevrêyên xwe yên YJA Starê dikin.

Diyarî jinên berxwedêr ên Efganistanê jî dikin.

KJK: Em ê 25’ê Mijdarê veguherînin têkoşîna azadiyê û serkeftina jinê

Di dawiyê de KJK’ê tekez kir ku niha dema şoreşa jinê ya bi dirûşma ‘Jin Jîyan Azadî’ ye û bang kir ku 25’ê Mijdarê li her qadê bersiva pêwîst ji bo hêzên mêr ên faşîst bê dayîn..

Back to top button