PDK’ê sîxuran bi rêbazên MÎT a Tirk bi rêxistin dike

Hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê bi tenê bi Başûrê Kurdistanê re sînordar nîn e.
PDK’ê xebatên sîxuriyê Li rojava bi rêxistin dike, û hewl dide destkeftiyên li Rojava têk bibe.
Mikurhatinên her sê sîxurên PDK’ê yên hatine girtin, planên qirêj derdixin holê û piştrast dikin.

PDK bi hevkariya xwe ya MÎT a Tirk re li dijî Rojavê Kurdistanê planên qirêj bi pêş dixe.

Bi kiryarên qirêj yên bi vî rengî jî roj bi roj hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li ser dijminatiya li dijî gelê Kurd, roj bi roj xurttir dike.

Sîxurtî jî yek ji lingê vê hevkariya qirêj e.

PDK bi rêbazê MÎT’a Tirk sîxurên xwe li Rojava bi rêxistin dike.

PDK hewl dide tora sîxuran li Rojava ava bike, lê roj bi roj deşîfre dibe.

Herî dawî jî, QSD’ê sê sîxurên PDK’ê girtin.

Van kesan lîstik û sûcên ku li dijî herêmê pêk anîne, yek bi yek vegotin.

Armanca sereke ya vê tora sîxuran têkbirina detkeftiyên Rojava ye.

Sîxurê bi navê Î. E. O. ji gundê Girêmir ê Dirbêsiyê ye, agahiyên derbarê bargehên Koalîsyona navnetewî, hikumeta Şamê û Rûsiyayê berhev dikir.

Sîxurê bi navê M. H. D. ji navçeya Raco ya Efrînê ye.

Vî sîxurî navên rêveberiyên herêmê û fermandarên QSD’ê dane îstixbarata PDK’ê.

Sîxurê PDK’ê yê îstixbaratê Simko Dêrik li Rojava birayê xwe yê bi navê F. E. jî kiriye sîxur.

F. E. X. anî ziman ku wî têkildarî herêmê agahî dane birayê xwe Simko yê sîxur.

Van sîxuran poşmaniya xwe anîn ziman ji ber ku bi van xebatên sîxuriyê xiyanet li gel kirin.

Back to top button