Kar û xebatên jinên Îranê di 2021’an

Jin li Îranê ji çalakiyên parêzvaniya mafên jinan bigire heta tevgerên kedkaran di rêzên herî pêş de cih digrin û di sala 2022’an de dê hem li rêzên herî pêş hem jî di rêxistinkirinê de cih bigrin.

Komara Îslamî ya Îranê yek ji wan welatên Rojhilata Navîn e ku rasterast mafê jinan asteng dike ye.

Jinên Îranê yên ji jiyana aborî bigire heta jiyana civakî û perwerdehiyê di bin zextên rejîmê de ne, hewl didin bi awayekî rêxistinbûyî bersivê bidin zîhniyeta baviksalarî.

Jina di vê salê de çalakiyên siyasî li gelek deveran ji gund heta bajarok, li dar xistin.

Komîteya Jinê ya Îranê jî xebatên rêxistinî da meşandin.

Bingeha rêxistinên jinan îsal zêdekirina tevlêbûna jinan di jiyana civakî de û çareserkirina pirsgirêkên jin, malbat û civakî bû.

Her wiha di sala 2021’an de gelek Kober ji aliyê rêjîma Îranê ve hatin kuştin.

Li Îranê û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, bi gelek rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê re xebatên hevpar hatin meşandin.

Îsal li bajarên Rojhilat Kurdistanê Kirmanşanê, Sinê, Merîvan û li bajarê Îranê bi dehan jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di salekê de 30 hezar zarok hatine zewcandin, biraniya wan jî bi kesên temen mezin hatine zewicandin.

Zextên li ser girtiyan jî li Îranê dewam dike, bi taybet li ser girtiyan Siyasî Zeyneb Celaliyan.

KJAR’ê li hemberî dagirkeriya Îranê, tundî û kuştina jinan dest bi kampanyekê kir.

Jinan di 25’ê Mijdarê de tevî astengiya rêjîma Îranê hin çalakî li dar xistin.

Jinên Îranê di vê salê de amadekariyên li darxitsina platformên hevpar dikin.

Jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê û qanûnên wê yên paşverû û antî feminist di hemû qadên kar û jiyanê de serî hildane û lez dane têkoşînê.

Di sala 2021’an de jin ji ber zextên rêjîma Îranê nikarîbûn gelek çalakiyên xwe li dar bixin.

Lê di sala 2022’an de wê jin hem li pêş bin hem jî bibin rêxistinvanên çalakiyan û bangawaziya çalakiyan bikin.

Back to top button