Kampa Eyn Îsa, gundê Seyda û rêya M4 hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe kampa Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, duh piştî nîvro kampa Eyn Îsa, gundê Seyda û rêya M4 bi dijwarî topbaran kirin.

Derbarê encamên topbaranê de, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Her wiha ji ber êrîşên dagirkeran li ser Eyn Îsayê, roja Înê zarokê bi navê Hatim Zêdan şehîd bû.

Pêr jî leşkerên dewleta Tirk şêniyê bi navê Mihemed Silêman ê ku pezê xwe li gundê Tirwaziyê yê Girê Spî diçêrand, li nêzî rêya M4 kuşt.

Back to top button