Serokê Amerîkayê Donald Trump, soza derxistina Sûdanê ji lîsteya welatên piştgirên terorê, da.
Der barê mijarê de, Trump ev tişt li ser hesabê xwe yê twîtterê par ve kir:
“Hikumeta nû ya Sûdanê ku pêşketinên mezin pêk tîne, erê kir ku 335 milyon dolarî bide qurbanên terorê yên Amerîkî û malbatên wan.
Eger bide, ez ê Sûdanê ji lîsteya dewletên ku destekê didin terorê derxînim.
Her wiha hat gotin ku wê di rojên pêş de, têkiliyek di navbera Îsraîl û Sûdanê de jî, bi pêş bikeve.
GREAT news! New government of Sudan, which is making great progress, agreed to pay $335 MILLION to U.S. terror victims and families. Once deposited, I will lift Sudan from the State Sponsors of Terrorism list. At long last, JUSTICE for the American people and BIG step for Sudan!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) October 19, 2020
YE derxistina Sûdanê ji lîsteya terorê erênî dibîne
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell, piştgirî da vê gavê û erênî nirxand.
Borrell li ser Twîttera xwe got:
Ev gav rê li pêş Sûdanê vedike ku cihê xwe di nava civaka navdewletî de bigire, em weke YE heta dawiyê destekê didin vê pêvajoyê.
Sûdan ji sala 1993’an de, di lîsteya terorê de ye, ku li gorî wê cezayên aborî li ser hatine sepandin.