KOŞKA SPÎ: TRUMP WÊ CIVÎNEKÊ LI VÎETNAMÊ LI DAR BIXE

Serokê DYA’yê Donald Trump da bi rayedarên Koreya Bakur re bicive, berê xwe dide Vîetnamê.

Berdeva Koşka Spî Sarah Sanders ragihand ku wê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un re bicive.

Sarah Sanders diyar kir ku tê payîn Trump di seatên êvarê de bigihîje Vîetnamê.

Her wiha Sanders destnîşan kir ku beriya Trump bi Kim Jong-Un re bicive, wê bi rayedarên Vîetnamê re civînekî li dar bixe.

Li gorî agahiyan, wê Trump serdana xwe roja Pêncşemê bi dawî bike.

Leave a Reply

Back to top button