Binpêkirinên çeteyan li herêmên dagirkirî

2 ji wan jin 4 welatî li Ezazê hatin revandin, her wiha 170 penaberên Sûrî li Girê Spî hatin bicihkirin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dewam dike.

Rojane kiryarên dij-pîvanên exlaqî, mirovî û navnetewî pêk tên, lê ne aliyek hiqûqî û ne jî mirovî deng ji xwe dernaxe û rê li ber van kiryaran nagirin.

4 Efrîniyên ku dixwestin vegerin Efrînê li Ezazê hatin revandin

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ji wan 2 jin 4 Efrînî dema ku dixwestin vegerin Efrînê li Ezazê têne revandin.

Gorî torê navê kesên revandî weha ne,

Melek Betal 26 û hevjînê wê Enwer Muslim 33.

Narîn Kenaan 24 salî û hevjînê wê Selah Betal 27.

Kesên revandî niha li girtîgeha çeteyan ya li Ezazê girtîne.

170 Penaberên Sûrî yên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Dersînorkirina penaberên Sûrî bo herêmên dagirkirî jî dewam dike.

Li gorî ANHA’ê ku dispêre çavkaniyekê ji Girê Spê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker 170 penaberên Sûrî yên din, li deriyê sînor radestî çeteyên “Polîsên leşkerî” kirin.

Ew penaber jî dê li malên koçberên Girê Spî werin bicihkirin.

Hate diyarkirin ku ew penber ji Heleb, Idlib, Dêra Zorê, Hema û deverên din ên Sûriyê ne.

Ji Nîsana borî ve zêdetirî 25 hezar li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin û dersînorkirin hêjî dewam dike.

Dewleta Tirk bi vê yekê armanc dike ku demografiya herêmê biguherîne û bi rêya penaberan çeteyan derbasî xaka Sûriyê bike.

15 Kesên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, rastî êşkenceyê hatin

Li aliyekî din jî li sînorê Tirkî-Sûrî yê li gundê El Telûl yê Idlibê 15 kesên ku dixwestin derbasî aliyê din yê sînor bibin; ji aliyê leşkerên Tirk ve rastî êşkenceyê hatin.

Hate gotin piştî ku ew kes rastî êşkenceyê hatin dersînorî Sûriyê hatin kirin.

Back to top button