Rûhanî: Dewletên rojavayî rakirina cezayên li ser Îranê erê kir

Îranê ragihand ku dewletên rojavayî rakirina cezayên li ser Îranê erê kir.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî têkildarî pêşveçûna gotûbêjên li ser lihevkirina nukleerî ya li Viyanayê geşbîniya xwe anî ziman.

Li gorî rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, Hesen Rûhanî îro ragihand ku dewletên beşdarî dan û standinên nûkirina rêkeftina nukleerî ya bi Îranê re bûne, der barê rakirina cezayên li ser Îranê de li hev kir.

Rûhanî bi rêya vîdeo konferans ji girseya ku di şahiyekê de amade bûn re axivî û got:

“Me gaveke mezin avêt û lihevkirineke di prensîbê de pêk hat.”

Rûhanî îdia kir ku tevî ku ceza bûn sedema pirsgirêkên mezin li ser aboriya Îranê, lê dîsa jî geşedana aboriya Îranê ranewestiyaye.

Back to top button