DURAN KALKAN: BÊDENGIYA BAŞÛR Û IRAQÊ RÊ LI BER DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK VEDIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser dagirkeriya dewleta tirk a xaka başûrê kurdistanê û helwesta partiyên siyasî axivî.
Kalkan ev bang li hêzên başûrê kurdistanê kir:
Eger bi şewitandin û tarumarkirina gundan a dewleta Tirk re hevbeşî bikin, ewê bibin şirîkên sucê dewleta Tirk.
Em teqez li dijî pevçûnên û şerê birakujî ne. Em jibo tekoşîna hevbeş amade ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û bêhelwestiya aliyên siyasî yên başûrê kurdistan û Îraqê ji televsiona Medya Haberê re axivî.

Duran Kalkan diyar kir ku li dijî êrîşan bi taybet jî dewleta Iraqê bêdeng e û wiha dom kir:

“Xuyaye ku bi dewleta Tirk re lihev kirine. Jiber ku gundên bombe lê tên barandin leşkerên erkdar ên Iraqî li wir in. Hat gotin ku balafiran li pêşmergeyên PDK’ê dane û ragihandinê jî qala vê kir. Diyare wan destûr daye. Biryargeha me ya navendî daxuyanî da. Eger PDK û dewleta Iraqê destur nedaba, dewleta Tirk nedikarî yek ji van êrîşan jî pêk bîne.

DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ EM BIBIN YEK

Kalkan destnîşan kir ku li dijî êrîşan ti deng ji hikumeta Başûr dernakeve û axaftina xwe wiha domand:

“Rêveberiyên PDK û YNK’ê ti helwest nîşan nedan, daxuyanî nedan.

Lewma em van hêzan hem hişyar dikin û hem jî em dixwazin bangawaziyekê jibo wan bikin.

Hişyariya me ev e, Êrîşek û dagirkeriyek heye, ev li dijî hemû Kurdan e.

Bangawaziya me, Em amade ne bihev re li dijî vê dagirkeriyê liberxwe bidin. Divê em yek bin.”

Kalkan têkildarî mijarê rexne li PDK’ê jî kir û ev hişyarî da:

“Dibêjin dema ku dewleta Tirk hewil dide çiyayên bilind bigire, PDK jî dixwaze gir û çiyayên hemberi wan ên li Başur bigire.

Eger hewil bide wan deverên navborî bigire, ev tê wateya ku dikeve nava şer!

Bila hemû raya giştî û taybet raya giştî ya Kurdistan zanibe ku piştre me tawanbar nekin.

Em jibo tekoşîna hevbeş amade ne.

Em teqez li dijî pevçûnên navxweyî û şerê birakujî ne.

GER EM BIBIN YEK DAGIRKERÎ NIKARE LI VIR BIMÊNIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî ji bo gelê Herêma Bradostê jî ev bang kir.

Divê gelê başur bi ruhê Şeladizê liberxwe bidin, berxwedanê li ger qadê belav bikin û li gelê Biradost û gundên Biradost xwedî derkevin.

Rastiya dijmin baş nas bikin, hêza pêşberî xwe zanibin.

Li hemberî vê ji bilî berxwedanê rêyeke din ji me re tune ye.

Eger em bibin yek, liberxwe bidin, li wan qadan nikare gavekê jî bi rehetî bavêje, nikare zêdetir bimîne, neçare bireve, biçe ji vir.

Leave a Reply

Back to top button