Teqîna Libnanê jimara qurbanan bû 137 û birîndar bûn 5000

Wezareta Tendurstiyê ya Libnanê ragihand ku qurbanên teqîna Beyrûtê zêde bûn û heya niha 137 kesan heya niha jiyana xwe ji dest daye.. Artêşa Libnanî jî da ku berpirsên teqînê werin naskirin, di nava hewldanan de ye. Li aliyekî jî din jî Banka Navneteweyî destê alîkariyê dirêjî Libnanê kir..

Hejmara qurbanên teqîna bendergeha Beyrûtê her ku diçe zêdetir dibe.

Wezareta Tendurstiyê ya Libanên ragihand ku 137 kesan heya niha jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 5 hezar kes birîndar bûne.

Li gorî wezaretê, ev ne bîlançoya dawî ya teqînê ye ji ber bi dehan kes hîna windayî ne..

Her wiha ji ber zerarên madî, 300 hezar kes bê mal mane.

Artêşa Libnanî berpirsên li bendavan kar dikin binçav kirin

Weke dawîn pêşketin jî, hinek çavkaniyan teqez kir ku artêşa Libnanî bi fermana hikumetê, wê hemû berpirsên ku li bendavan kar dikin, di malê wan de binçav bikin, heya kesên sûcdar werin naskirin.

Wezareta Hindir a welêt jî diyar kir ku wê lêpirsîn 5 rojan dewam bike û kesên berpirs wê werin cezakirin.

Dadgeha lahayê doza kuştina Herîrî bi paş xist

Dadgeha Lahayê jî, ji bo rêzgirtina qurbanên teqîna Libnanê, darizandina doza kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq el-Herîrî, dereng xist.

Dihat payîn ku doza Herîrî Îna bê bihata destpêkirin, lê belê dadgehê rûniştina darizandinê heta 18’ê Tebaxê bi paş xist.

Banka Navneteweyî wê alîkariya Libnanê bike

Li aliyekî din, piştî teqîna bendergeha Beyrûtê gelek dewletan alîkarî ji bo Libnanê şandin..

Banka Navneteweyî jî diyar kir ku ew ê alîkariya Libnanê bike da ku ji nû ve binesaziya xwe ava bike…

Banka Navneteweyî pêşinyar kir ku ew ê bi hemû pisporên cîhanê re lêkolînan bikin ji bo Libnana wêrankirî ava bikin..

Nîsana borî, bankê bi 120 milyon dolarî alîkariya tendurstî dabû Libnanê..

Back to top button