Ji siyasetmedarên Kurd ên li Rihayê hatin destgîrkirin, Rêveberê Navçeyê ya Wêranşehîra HDP’ê Ishak Gunduz hate girtin.
8’ê Tîrmehê di serdegirtina malan a li Rihayê de, Endamê Meclîsa Partiyê ya (DBP) Bekîr Karageçîlî, Hevserokê Navçeyê yê HDP’a Wêranşehîrê Hidir Oktay, Rêveberê Navçeyî Îshak Gunduz û Vedat Guler ên bi idiaya “endambûna rêxistinê” hatin destîgîrkirin.
Piştî kar û barên wan ên li emniyetê rê kirin Edliyeya Rihayê.
Dozgeriya ku îfadeyên Bekîr Karageçîlî, Hidir Oktay û Vedat Guler girtî, bi daxwaza di bin kontrola edlî de hatin berdan.
Ishak Gunduz jî bi daxwaza girtinê sewqî nobedariya dadgehê hate kirin.