Di êrîşeke Artêşa Somalyayê li ser navendeke çeteyên Tevgera Ciwanên Somalî de, 5 çete hatin kuştin.
Çavkaniyeke ewlehî diyar kir ku Artêşê 5 çeteyên Tevgera Ciwanan di êrîşekê li ser navenda wan a li dervera Eyîl Calî kuştin.
Çavkaniyê anî ziman ku 2 leşkerên Artêşê jî hatin kuştin û hejmarek mezin a çekan hat desteserkirin.
Duh jî Tevgera Ciwanên Somalyayê êrîşî bargeheke leşkerî li parêzgeha Bayî kiribûn, di encam de 5 leşkerên Somalî hatibûn kuştin.