Koreya Bakur 3 moşekên nû ceriband

Koreya Bakur bi aweyekî zelal peyaman dide Tokyo û Waşîngtonê.

Piştî serdana Serokê DYA Biden ya ji bo Tokyo bi dawî bû, Koreya Bakur 3 moşke ceribandin.

Ev moşek jî li derveyî herêma aboriya taybet a Japonya ketin.

Ceribandinên Moşekên dawî weke “tirsandina Waşîngtonê” hat şîrovekirin.

Koreya Bakur ya bi cezayên Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji ber bernameyên wê yên moşekî û Covid-19 di rojên zehmet re derbas dibe, ceribandinên nû yên moşekî pêk anî.

Di daxuyaniya hikûmeta Japonyayê de hat ragihandin ku Pyongyangê danê sibê 3 moşekên nû ku 2 jê balîstîk in avêtine.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Nobuo Kişî got,

“Çalakiyên Koreya Bakur aştî û îstiqrara herêmê û civaka navneteweyî dixe xeterê.”

Koreya Bakur ji serê salê vir ve 16 cure moşek ceribandine.

Tokyo bi rêya balyozxaneya Pekînê hikumeta Pyongyangê şermezar kir.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida li dijî ceribandina moşekên Koreya Bakur bertek nîşan da û wiha got:

“Min agahî girt ku moşekên nû yên ku Koreya Bakur yên wekî balîstîk tên hesibandin hatin avêtin.

Niha ji bo hurgiliyan em di nava hewildanan de ne.

Pişt re em ê agahiyên rast bidin raya giştî.”

Artêşa Koreya Başûr jî ceribandina moşkên ji aliyê Koreya Bakur ve piştrast kir.

Rastiya ku ev ceribandin di wextekî ku Serokê DYA Joe Biden li Koreya Başûr û Japonya serdanên xwe pêk di anîn de pêk hat, şîroveyên cuda bi xwe re anî.

Şîrovekar ev helwesta Pyongyang weke “tirsandina Waşîngton û hevalbendên wê” nirxandin.

Despêka meha Gulanê, îstixbareta DYA û Wezareta Parastinê ya Japonya hişyariya wê yekê dikirin ku di dema serdana Biden ya ji bo Asya de wê Koreya Bakur moşekan biceribîne.

Koreya Bakur ceribandina moşeka xwe ya dawî di 12’ê Gulanê de pêk anîbû.

Back to top button