PDK’ê ceza li 4 girtiyên Behdînanê birî

Îro li Hewlêrê, dadgehkirina 4 girtîyên din ên Behdînanê pêk hat û dadgehê cezayê girtîgehê li girtîyan birî.

Îro runiştina 4 girtîyên Behdînanê Şêrvan Teha, Bendewar Eyup, Karker Ebas û Mesûd Elî li Dadgeha Duyemîn a Cezayê ya Hewlêrê pêk hat.

Dadgehê cezayê girtîgehê ji yek sal heya sê salan, li girtîyan birî.

Yek ji Parêzerê dozê Herêm Rifet diyar kir ku Mesûd Elî tenê ji ber nameyek ji balyozxaneya Amerîka re şandibû û daxwaza alîkarîyê kiribû hate cezakirin.

Parêzer got: ”Ev zilmek mezine û ti bingehek yasayî ya vê biryarê tuneye.”

Parêzer Beşdar Hesen jî bi daxuyanîyeke çapemenîyê got: ”Binpêkirina herî mezin ya yasayî hat kirin.

Emê di nav 30 rojan de îtîraza vê biryarê bikin û serî li dadgeha temyîzê bidin û bi hêvî ne ku dadgh biryara berdana wan bide.”

Li gorî gotina bavê yek ji girtîyan, ti belgeyek nîne ku piştrast bike zarokên wan sûcdarin û ji ber ku ew ne ji PDK’ê bûn dadgehê ceza li wan biriye.

Back to top button