HRW: Divê hikumeta Qibrisê, penaberên sûrî serbest berde

Rêxistina Human Rights Watch (HWR) bang li desthilatên Bakurê Qbrisê kir ku “penaberên Sûrî yên ji meha Adarê de girtine, serbest berdin. 

Rêxstinê, daxwaz ji hikumeta Yûnanistanê jî kir ku rê bidin penaberan da ku vegerin welatê xwe.

Li gorî Rêxstina Human Rights Watch, 175 penaberên Sûrî di nav de, 69 zarok, li Qibrisê girtî ne.

Piştî jidestdayîna jimareke leşkerên xwe li Idlibê, dewleta Tirk 28’ê Sibatê, weke kaxezeke zextê li dijî Ewropayê, sînorê xwe li ber penaberan vekir.

Back to top button